Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartina 14'ê Gulanê de li Qada Îstasyonê ya Xerpêtê mîtîng li dar xist. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Nûnerê Federasyina Meclisên Sosyalîst (SMF) Mûstafa Aytaç û namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêtê tev li mîtîngê bûn.
Li qada mîtîngê dirûşmeya "Partiya Çepên Kesk gel e, gel li vir e" hat berzkirin. Jin, bi kincên xwe yên Kurdî tev li mîtîngê bûn. Li qadê tilîliyên jinan olan da. Her wiha Dayikên Aştiyê di refên pêş de cihên xwe girtin. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di mîtîngê de îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê hat kirin û ji bo parastina sindoqan bang li gel hat kirin.
'TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN'
Di mîtîngê de Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Çewligê Cemîle Tûrhalliyê got: "Em ê jin, em ê encamê biguherînin. An azadî, an azadî."
Nûnerê SMF'ê Mûstafa Aytaç jî got: "Em Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê ku li me tên ferzkirin red dikin. Em şoreşger û sisyalîst Rêya Sêyan diparêzin."
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî got: "Tifaqa Ked û Azadiyê pergaleke civakî ya wiha ava dike ku dê hemû wezaretê girêdayî welatiyên li vir bin. Wezîrê ku peywira xwe bi cih neyne, dê ji peywirê bê girtin. Her yek ji we dê bibe wezîr û parlementer."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî ku got "Teqez em ê bi piştgiriya we, bi coş û berxwedana we bi ser biekvin" got: "Partiya Çepên Kesk partiya ciwan û jinan e. Em ê bi saya we bi ser bikevin."
‘DÎWARÊN QESRÊ PÛL BI PÛL HILDIWEŞIN'
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê jî destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê de siberoja Tirkiyeyê diyar bikin û got: "Em ê jiyaneke nû ava bikin. Desthilata ku 21 sal in îmze daniye bin zilma li Kurd, Elewî û ciwanan tê kirin, nikare Tirkiyeyeke nû ava bike. Li Tirkiyeya nû ya AKP'ê tifaqên ku polîtîkayên dijminatiya jinan dikin diparêzin hene. Bi pereyên li vir li Ewropayan şîrket ava kirine. Em Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî gelan vê desthilatê bişînin û em jiyaneke demokratîk a nû ava bikin. Dîwarên qesrê pûl bi pûl hildiweşin."
Mîtîng piştî axaftinan bi stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû.